Mezinbûna Kategorî :




Dermanê Bawîbûnê
Tûerd ji malbata gulan tê hesibandin. Fêqîyek sor, bêhnxweş û tamxweş e. Dişibe bacanên sor yên biçûk.
24.10.2009 - 15:26
Tûerd ji malbata gulan tê hesibandin. Fêqîyek sor, bêhnxweş û tamxweş e. Dişibe bacanên sor yên biçûk. Navek wê jî tûfirengî ye. Firengî jî bacansor bixwe ye. Bejna wê 20- 30 cm bilind dibe.Belgên wê kesk , sêçiq, rexên wan wek birekan (mişar) xetxet in.Dişibihin belgên gezgezokê (lê gez nakin û mezin in). Binê belgên wê wek pûrtek hevrîçimî ye. Kulîlkên wê pêncpel û tacanî ne.
Rengên wan spî û peyazî, şikilê dilan didin. Di nava kulîlkan de navikek zer heye. Ew navik bizirê dolgirtînê dihewîne. Pîştî dolgirtinê ew navik dibe bişkok. Ew bişkok berê dibe fêqîyek kesk, pêre, zer , peyazî û paşê jî sor dibe. Bi qasî 20 cûreyên wê hene. Bi Almanî navê wê Erdbeere, bi Tirkî Çîlek e. Belg, reh û fêqîya wê bi awayên cuda jibo derman, xwarin, vexarin û alkolê tê bikaranîn.
Welat û Dîrok: Li ser welat û dîroka tûfirengî gotinên ji hev cuda hene. Hinek dibên “ welatê wê Çîn û Vîetnam e”. Hinek dibên “ Asya û Ewropa ye”. Lê tiştê balkêş biçe kîjan deverê li wir bî bejî (kûvî ) xwe bi xwe çêdibe û ji xwe re dike welat.
Herçend hinek dibêjin “ ji alîyê Roma kevnar û Girêkan (Yewnan) dihat nasîn, lê nivîskar û alimên wê serdemê yên wek Columele, Paladîus, Hîppokartes û Dîosocorîdes qala wê di pirtûkên xwe de nekirine. Destkevtîyên pêşîn piştî zayînê di salên 23- 79 e. Di salên 1430î de maldarên Britanîyan (Ingilîzan) jibo xweşikahîyê di nav baxçên xwe de çandine. Di salên 1800an de jibo xwarinê çandinîya wê dest pê kirîye. Ji salên 1900î pêde jî bi giringîya wê hatîye hisîn û ji wê rojê pêde belavî hemû deverên çîhanê bûye, li her deverê çandinîya wê jibo ticaretê têkirin û bûye fêqîyek bazirganîya sereke. Li bakurê Kurdistanê dera herî zêde lê tên çandin Xarpût, Riha, Entab û hwd. Lê yên herî navdar û tamxweş yên Xarpûtê ne.
Berhevkirin û hişkirin: Belgên tûerdê ji meha Gulan – Tîrmehê, yên rehên wê jî Tîrmeh - Cotmehê berhev bikin, li ber tav (rojê) ê hişk bikin, bikin firaxên cam û bi devgirtî hilînin. Paşê li gor hewcedarîya xwe bikarbînin.
Têdahî ya belg û rehan: Cûreyên Tanen, Aromonium, procyamîdin,B-3 , cûreyên Catechîn. Cureyên Flavotîn yên Quercedîn,quercîterîn, rotosît, Asîdên karbonîk yên wek: asîta tarçîn, asîda qahwê, asîda Chlorogen, asîta Salisîlîk.
Têdahîyên Feqî: Fosfor, Kalsîyûm, Hesin, Proteîn, Rûnên sabit, Şekir, Rûnên firek, Vîtamîn B1, B2, B3, C , Provîtamîn A (karoten) Û hwd.
Kêrhatî: 1- Jibo aşikê bandora xwe ya erênî heye. 2- Taybetî (xweserî) ya xwe ya êşbirîyê heye. 3- Dil bihêz dike û destavê (mîzê) diqulipîne. 4- Mêlakê paqij dike û xwînê zêde dike. 5- Bedenê bihêz dike û ji nexweşîyan diparêze. 6- Ji nexweşîyên çavan re pir bi fayde ye. 7- Jibo başbûna nexweşîyên gurçik û mesane dibe alîkar. 8- Zixta (tansîyon) bilind dadixe, kurmên rûvîkan tavêje der. 9- Hêrsbûnê aram dike, agir dadixe. 10- Madeyên xusardar ji bedenê tavêje, xweşikahîyê dide çerm ( cild). 11- Jibo hişkbûnên reh, jîy, movik û bawîbûnê zehf bi fayde ye. 12- Kolostrolê dadixe.
Komisyona Ewrûpa ya Monografî di belavoka xwe ya 01.02.1990. Nr 22 an de daxuyanî dike ku, belgên tûerdê berî her tiştî jibo sermagirtinên rûvîk û aşikê, hinavçûyîn (virik), teralîya rûvikan, nexwşîyên mêlakê, zerik, bawîbûn, nexweşîyên gurçikan, nexweşîyên rêyên avrêjê, hêrsbûn, xistina kevir û xîz (qum) an, tevgêra xwînê û dil, xwînpaqijkirin û xebitîna metobolîzmê tê xebitandin.
Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek û Ahmet Marankî dibêjin: Heke belgên tûerdê bên kelandin û dawerivandin (dilopandin) û rojê sê fincan jê bê vexwarin, wê pêşîya hevkelîna sefrayê bigire, xetimînên xalik (fatereşk) ê veke, peçivîn (werimîn) ên mêlakê şoqe bike. Heke ji wê avê dev û qirik bê xelxelekirin wê zehf faydê bide arêşeyên wan . Heke patik ( cilik, paçik) ek bi wê avê bê şilkirin û li pecivînên çavan bê xistin, wê wan peçivînan dabêxe.
Di tûerdê dê madeya “ ASÎDA SALÎSÎLÎK” heye ku di çi fêqîyên din de peyda nabe. Ew made dermanê bawîbûnê yê mader û bingehîn e.
Karanîn: 1- Çaya belg û rehên tûfirengî 2- Xwarin û vexwarin.
Çayê: Jibo her 3 kevçîyên qahwê 400 ml (du qedehên avê) ava kelandî bikin firaxekê bila 10 deqîqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3 qedehên çayê jê vexwin. Heke belgên ter bin, bila sê kel bênê paşê 5 deqan di demê de bimîne.
Xwarin û vexwarin: Jî tûerdan paste, av, şerab , lîkor, qeşaşîr (cemedşîr, bestenî) şanpanya û hinek tiştên din tên çêkirin..
Jêder:lotikxane
Pîyase
| Kirîn | Firotin | |
| Euro | 2,111 | 2,124 |
| Dolar | 1,479 | 1,488 |
| Sterlin | 2,457 | 2.475 |
Hevpeyvîn









