Mezinbûna Kategorî :




Sedema diyabeta ducanî
Di dema ducanîbûnê de heke nexweşiya şekir ango diyabet cidî neyê girtin ji bo tenduristiya zarokê dibe xetereyeke mezin
26.10.2009 - 16:19
Di dema ducanîbûnê de heke nexweşiya şekir ango diyabet cidî neyê girtin ji bo tenduristiya zarokê dibe xetereyeke mezin.
Pispor der barê nexweşiya diyabeta ducaniyê de diyar kirin tu carna diyabet beriya ducaniyê xwe nade der. Lê bi ducanîbûnê re xwe dide der. Bi îfadeye din şekirê xwînê ango glîkoza xwînê zêde dibe.
Pispor diyar dikin ku di ducanîbûnê de hormon ji ber ku diguherin ev dibe sedema zêdebûna însulînê. Dema ku şekirê xwînê zêde be ev yek bi riya plasentayê derbasî zarokê dibe û di xwîna zarokê de jî radeya şekir zêde dibe. Heke ev yek di mehên ewil de be dibe sedama seqetbûna zarokê. Zarok nikare baş bibîne. Heke mehên dawî de be zarok zêde mezin dibe, pişikên zarokê pêş nakeve û piştî ku zark hat dinê jî pirsgirêkên bêhnê derdikeve holê.
Lê heke dayik dema ducaniyê de bi rêk û pêk biçin kontrolê ev yek dê nebe pirsgirêk.
Pispor der barê sedemên nexweşiya xekir de dibêjin ku heke di nava malbatê de ev nexweşî hebe ev yek dibe sedema vê nexweşiyê. Her wiha temeş, kîlo an jî nexweşiyên din jî dibin sedema diyabetê.
Diyabeta ducaniyê zêde nayê ferqkirin. Lê nîşaneyên vê nexweşiyê pispor wiha vedibêjin. Mirov xwe pir westiyayî hîs dike, zû bi zû tî dibe û dixweze avê vexwe. Mirov her diçe zeîf dibe an jî nikare kîlo bigire. Dîsa zêde xwarin jî nîşaneyê vê nexweşiyê ye. Zêde çûna tuwaletê jî nîşaneyên vê nexwişiyê ye. Pispor dibêjin ku dema ev nîşane hebin divê bserî li pirsporan bidin û tahlîlên pêwîst bên kirin. Piştre jî tiştên ku bijîşk pêşniyar dikin bên kirin û neyên îhmalkirin. Bi gotegotên derûdorê divê tiştek neyê kirin û derman neyê xwarin. Ji ber ku ev yek jiyana zarokê bixe xetereyê.
Her wiha di tedawiyê de xwarinên û madeyên kalsiyum û hesin bê xwarin. Di nava roje de spor bê kirin û nexweş divê bimeşin. Dîsa radeya şekirê xwînê divê bê şopandin.
Pîyase
| Kirîn | Firotin | |
| Euro | 2,111 | 2,124 |
| Dolar | 1,479 | 1,488 |
| Sterlin | 2,457 | 2.475 |
Hevpeyvîn









